Du girtiyên bi navê Elî Fettah Kemalî û Mihemed Nakizade ên ku bi hinceta tevlîbûna li protestoyên ku li sûka Tehranê destpê kir û belavî Rojhilat û Îranê bû, hatin girtin û biryara darvekirinê ji bo wan hate dayîn, sewqî Girtîgeha Qezel Hesarê hatin kirin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku piştî cezayên darvekirinê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatin erêkirin, girtî vê siharê ji Girtîgeha Mezin a Tehranê sewqî Girtîgeha Qezel Hesar a li Kerecê hatin kirin.
Tora Mafên Mirovan destnîşan kir ku her du girtiyên siyasî rû bi rûyê cezayê darvekirinê ne û banga alîkariya lezgîn kir.